Endamên MYK'ê ya HDP'ê diyar bûn
- polîtîka
- 19:15 18/2/2018
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî civîna xwe Endamên MYK'ê diyar kirin.
Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî civîna xwe Endamên MYK'ê diyar kirin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, bertek nîşanî Bînalî Yildirim ê got “Çareserî tuneye” da û wiha got: “Kesekê ku wate nede êşên bi salan tên jiyîn, nikare wateyê bi de çareseriya pirsgirêka kurd jî.” Buldan anî ziman ku çi dikin bila bikin dê aştiyê biparêzin.
Rêveberên HDP’a Amedê kongreya HDP’ê nirxandin û gotin “Yên digotin ‘Êdî HDP nikare bê ba hev’ ders ji kongreya me girtin. Kongreyê morelek mezin da gelan.”
Endamê Tevgera Azadiyê Parêzer Sidki Zîlan xwest demildest yekîtiya netewî ya kurd pêk bê got: "Niha Rojava Gazzeya duyem e. Heta niha Efrîn ji sedî sed Gazze ye." Hevberdevka Delegeyên KCD'ê ya Amedê Zelal Bîlgîn jî got: "Hinekî din jî derengmayîn tê wateya mirinê, komkujiyê, windakirina tevahiya destkeninan."
Sekreterê Giştî yê Partiya Kominîst a Fransayê Pierre Laurent, diyar kir ku ew gelekî di bin bandora kongreya HDP'ê de maye û ev tişt got: "Me dizanibû li Tirkiyeyê zext û zorî hene, lê me heta niha qet tiştekî wisa nedîtibû." Laurent bê dengiya Fransa û YE'yê ya li dijî êrîşên li ser Efrînê jî rexne kir.
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, li Meclîsê bertek nîşanî binçavkirinên hevserok û berdevkên partiyê da û got: “Niha ya dibin çavan de aştiye û vîna aştiyê ye.”
Endamê Komîteya Navendî ya AKEL'ê Giorgos Koukoumas, aşkera kir ku ew wekî gelê Qibrisê piştgiriyê didin têkoşîna gelê kurd û ev tişt got: "Heke pirsgirêka kurd bê çareserkirin, dê pirsgirêka Qirbisê jî çareser bibe."
Wekîla Partiya Demokratên Civakî ya Swêdê Emilia Toyra, ji bo tev li kongreya HDP'ê bibe hat Tirkiyeyê. Toyra aşkera kir ku di 2 hefteyan de li Tirkiyeyê 600 kes hatine binçavkirin û ev tişt got: "Min cara ewil ji zexteke wiha re şahidî kir."
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan ji ber ku êrîşên li ser Efrînê rexne kir hat girtin, bi rêya parêzerên xwe peyam şand û got: “Bi van êrîşan dê nekarin wêrektiya berxwedane me bişkîn in.”
Lîsteya Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan ku di serdema nû de cih bigirin diyar bû.
Endama Heyeta Îmraliyê û namzeta Hevseroka Giştî ya HDP'ê Bervîn Bûldan, di kongrdeyê de li ser felsefeya HDP'ê axivî û diyar kir ku ew her dem bûne nasname û partiya gelên bindest û bûne partiya aştî, demokrasî û têkoşina azadiyê. Buldan, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan slav kir û xwest bi lezgîn tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe û şert û mercên Ocalan ên tenduristî, ewlehiyê bên başkirin. Bûldan, polîtîkayên AKP'ê yên şer jî rexne kir û xwest li şûna Efrînê berê xwe bidin Îmraliyê û ji nûve pêvajoya diyalog, çareseriyê bidin destpêkirin.
Sekreterê Giştî yê Partiya Komînîst a Fransayê Pierre Lauret di kongreya HDP'ê de axivî û ev tişt got: "Em mudaxaleya li dijî Efrînê şermezar dikin. Ji bo li Fransa û Ewropayê jî bê şermezarkirin, emê têkoşînê bidin."
Fîgen Yuksekdag aşkera kir ku asoyek nû bilind dibe û ev tişt got: "Ji Enqereyê heta Efrînê em bi heman asoyê lê mêze dikn. Em bi hemû baweriya xwe careke din dibêjin; Dê li dijî şer, li dijî mirinan serkeftina me ya jiyanî pêk bê."
Kongreya HDP'ê ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, ji bo dîwanê ji baweriyên cuda kesayetî hatin bilbijartin. Gotinên Sirri Sureyya Oncer ên wekî "Ez mîmarê aştiyê Birêz Ocalan silav dikim" bi çepikek xurt hat silavkirin.
Bi hezaran beşdarên kongreya HDP'ê ya bi hişyariya “Bi hêvî, bi wêrekî û bi biryarî" li Arena Sporê ya Enqere beşdarî 3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP’ê bûn, bi şoşek mezin berxwedana Efrînê selav kir. Bi hezaran bi yek dengî siloganên “Her der Efrîn her der berxwedan" berz kirin.